Sê welatiyên din li bajarê Şinoyê hatine binçavkirin

17:12 - 1 Şibat 2021

Sê welatiyên Kurd yên bi navên “Ezîz Qadir Tac, Awat û Hisên Mihemedpûr” xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Roja Yekşemî Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala “Ezîz Qadir Tac” û ew welatî binçav kirine.

Ezîz mamosteyê dibistana gundê “Nerzîwe” yê ser bi bajarê Şinoyê ye.

Herwisa roja Şemî 11ê Rêbendanê “Awat û Hisên Mihemedpûr” bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Awat Mihemedpûr piştî bi dawîhatina lêpîçîna wî ji girtîngehê hate azadkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan sê welatiyan de hatî sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.