Sê welatiyên binçavkirî yên xelkê bajarê Seqizê bo bajarê Sineyê hatine veguhastin

16:06 - 9 Kanûna pêşîn 2021

Sê welatiyên Kurd ên bi navên “Zanko Mesûdî” temen 22 salî kurê Resûl, “Mihemed Fedewî” 23 salî kurê “Ebdullah” û “Rehmetullah Salihiyan Yazîbulaxî” 34 salî kurê “Mihemed” xelkê gundên “Milqerenî” û “Yazîbilaxî” yên ser bi bajarê Seqizê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hatine veguhastin.

Çavkaniyek agehdar tevî piştrastkirina wê nûçeyê bi “Kurdpa”yê re ragihand: “Ew sê welatiyane di heyama binçavkirinê de ji “destpêragehiştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe” hatine bêparkirin.

Roja Yekşemî 14`ê Sermawezê, ew sê welatiyane bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.