Sê Welatiyên Bajarê Bokanê Bi Sê Sal Zîndanê Hatin Mehkûmkirin

18:44 - 8 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Sê welatiyên Kurd ên bajarê Bokanê li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dezgeha dadwerî ya vî bajarî ve, bi sûça hevkarîkirin li gel yek ji opozîsiyonên Kurdî ên dijî rejîmê, her yek bi 1 sal zîndanê hatin mehkûmkirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa li bajarê Bokanê, Hejar Remezanî, Mewlûd Xorşîdî û Reşîd Kerîm Misil roja 06.11.2011-an ji aliyê dadgeha vî bajarî ve li ser hev bi sê sal zîndanê hatin mehkûmkirin.


Ev sê welatiyên Kurd heyamek beriya niha çendîn caran ji aliyê dezgeha Îtilata bajarê Boknê ve hatibûn bang kirin.

Dezgeha Ewlehî-Dadweriya bajarê Bokanê sûça wan sê kesan, hevkarîkirin ligel partiyekî Kurdî ya opzîsiyona Hikûmeta Îslamî ya Îranê ragihandiye.