Sê welatî bo cîbicîkirina cezayên wan bo girtîgeha bajrê “Nexd”ê hatine veguhastin

17:22 - 28 Şibat 2022

Roja Yekşemî 8ê Reşemê, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Şefî`i Mihemednijad, Xizir Qadirîazer û Îsmaîl Mihemedpûr” xelkê bajarê “Pîranşarê” bo cîbicîkirina cezayên xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatine veguhastin.

Ew sê welatî, li 30ê Befranbara sala 1399an a Rojî , ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê “Pîranşar”ê bi serokatiya dadwer“Ebdulla Aqayî” bi tohmeta “Hevkarî digel yek ji partiyên Kurdî yên opozîsiyona rejîma Îranê” bi 5 sal girtîgeha teizîrî hatibûne cezadan.

Ew sê welatî li sala 1399an a Rojî, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê hatibûne binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiy”ê hatibûne veguhastin.