Sê nûciwan li bajarê Seqizê bûne qurbaniya gazgirtinê

17:59 - 22 Kanûna Paşîn 2022

Şeva derbasbûyî, bi sedema bangiriya gaza Monoksîdiya Kerbonê, du xweşk û birayek nûciwan ên xelkê bajarê Seqizê bûne qurbanî.

Ew sê nûciwanane endamên malbatekê bûne û ew bûyera li taxa “Hacîava” ya ser bi bajarê Seqizê qewimî ye.

Temenê wan du keçan 14 û 16 sal e û herwisa temenê birayê wan jî 10 salî hatiye ragihandin.

Her di vê derheqê de, du roj beriya niha sê endamên malbatekê li bajarê Kengaver, bi sedema gazgirtinê canê xwe ji dest dabûn.

Hevdem digel hatina demsala sirê, amara qurbaniyên gazgirtin û xendiqîn bi sedema Monoksîda Kerbonê rû li zêdebûnê ye û her sal çend kes dibine qurbaniya gazgirtinê.