Sê mamosteyên bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

19:00 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 4ê Gelawêjê, “Mihyedîn Kerîmiyan, Esi`ed Elewî û Kurûş Babamuradî” mamosteyên bajarê Dîwanderê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Ew sê mamoste piştî çûnederê ji avahiya îdareya Perwerde û Hînkariyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştî lipeyketina hevalên wan hatin azadkirin.

Roja Sêşemî 4ê gelawêjê, mamosteyên bajarê Dîwanderê, bi nîşana nerazîtî li derheq binçavkirina “Omîd Şamihemedî, Hîwa Qureyşî, Perwîz Ehsenî û Kawe Mihemedî” ji endamên encûmena sinfî ya mamosteyên Kurdistan- Dîwanderê, li hember îdareya Perwerde û Hînkariyê nerizayetiya xwe nîşan dan.