Sê kolberên Kurd li ser sînorê Banê hatin kuştin û birîndarkirin

19:02 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Çarşemî 5`ê Gelawêjê, kolberekî Kurd ê bi navê “Şêrko Çavşînî” kurê Mihemed xelkê gundê “Vûrçek” a girêdayî bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî li ser sînorê “Sertezên”ê canê xwe ji dest da û du kolberên din jî di wê bûyerê de hatin birîndarkirin.

Nûçegihanê Kurdpayê li bajarê Banê nasnmeya du kolberên birîndar bi navên “Mihemed” xelkê bajarê Seqizê û “Dana Şe`ibanî” xelkê bajarê Banê ragihand.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê li ser sînorê “Sertezên” teqeya rasterast ji wan sê kolberên Kurd kirin. 

Kolberên birîndar di wê bûyerê de ji pêyên xwe ve hatine birîbdarkirin û bona tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Banê hatine veguhastin.

 “Şêrko Çavşînî” xêzandar û bavê du zarokan e.