Sê kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bûn

16:46 - 10 Adar 2022

Êvareya roja Sêşemî 17`ê Reşemê, sê kolberên Kurd ên bi navên “Pûrya Ebdullrehmanînijad, Pêjman Ebdî û Mensûr Ebdî” xelkê bajarê Selasa Bavacanî, bi sedema teqeya hêzên leşlerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Newsûdê hatine birîndarkirin.

Hêzên ewlehî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan kolberan kiribûn.

Ew sê kolberên Kurd bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatibûne veguhastin û rewşa tendirustiya wan baş hatiye ragihandin.

Her di vê derheqê de, roja Çarşemî 18`ê Reşemê, bi sedema serlêjbûna maşîna hilgirê kolberan li cadeya Pawe-Newsûdê çar kolberên Kurd ên bi navên “Zekeriya Fîrûzbext, Aras Ehmedtebar, Ferheng Sehragerd û Siruş Neqdî” xelkê bajarê Selasa Bavacanî birîndar bibûn.

Ew çar kolberane bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Quds” a bajarê Paweyê hatibûne veguhastin.