Sê kolberên Kurd di sînorê bajarê Urmiyê de hatine kuştin û birîndarkirin

19:03 - 28 Hezîran 2020

Êvareya roja Şemî 27`ê Hezîranê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê di ser sînorê bajarê Urmiyê hejmarek ji kolberên Kurd kirine armanca gulleyên xwe û di encama teqeya wan de, du kolberên Kurd hatine kuştin û kolberek jî hate birîndarkirin.

Nasnameya du kolberên hatinî kuştin “Salim Silêmannijad” kurê “Silêman” xelkê bajarê Silîvana û “Teyîb” xelkê devera “Şipîran” a ser bi bajarê Selmasê hatiye nasandin û nasnameya kolberê birîndar jî “Davud Mecîdiyan” kurê “Mihemedselîm” xelkê bajarê Silîvana hatiye ragihandin.

 “Salim Silêmannijad” temen 27 sal û xwediyê zaroke kê ye.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê ew hejmar ji kolberan bi bê berçav girtina yasayên teqeyê, kirina armanca gulle reşandina rasterast.