Sê kolberên Kurd bi teqeya ciftê li ser sînorê Newsûdê birîndar bûn
17:16 - 5 Nîsan 2022
Sibêdeha roja Sêşemî 16`ê Xakelêweyê, sê kolberên Kurd li encama teqeya ciftê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve li ser sînorê bajarê Newsûdê hatine birîndarkirin.
Nasnameya yek ji birîndarbûyan bi navê “Ako Xudamuradîfer” xelkê bajarê Selasa Bavacanî hatiye ragihandin.
Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan sê kolberên Kurd kiribûn.
Ew sê kolberên Kurd bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin û xelkê bajarê Pawe û Selasa Bavecanî ne.