Sê kolber li ser sînorê bajarê Newsûd û Pîranşerê hatine birîndarkirin

18:22 - 15 Gulan 2021

Di çend rojên derbasbûyî de, 2 kolber ên bi navên “Kosar û Ekrem Rostemnijad” ên kurê Ehmed û xelkê gundê “Şimşir” ê ser bi bajaê “Pawe”, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îran û berbûn ji bilindahiyên sînorê bajarê “Newsûd”ê ve birîndar bûn. 

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê bi awayê rasterast “Kosar Rostemnijad” dabûne ber gulleyan.

Herwisa Ekrem Rostemnijad di dema kolberiyê de, ji bilindahiyê ve berbû û birîndar bû û destê wî jî şikest. 

Kosar Rostemnijad bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Talqanî” a bajarê Kirmanşanê hatiye veguhastin.

Kosar Rostemnijad xêzandar û xwediyê du zaroka ye.

Ekrem û Kosar Rostemnijad birayê hev in.

Di vê derheqê de jî, roja Çarşemî 22`ê Banemerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemed Mîrzayî” yê xelkê bajarê Nexedê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bibû û bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî ya bajarê Pîranşarê hate veguhastin.

Ew kolbere digel girûpeke kolberan bi bê agehdarkirina berê rastî gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê hatibûn.