Sê kolber li ser sînorê bajarê Baneyê birîndar bûn

17:36 - 22 Şibat 2022

Roja Duşemî 2`ê Reşeme, sê kolberên Kurd ên bi navên “Fuwad Bêtûşî”, “Kiyanûş Re`ûfî” û “Amanc” xelkên bajarê Serdeştê, bi sedema teqîna mînê li ser sînorê “Hengejal” ê bajarê Baneyê, bi awayek dijwar birîndar bûn. 

Ew sê kolberên Kurd di wê bûyerê de lingên wan birîndar bûn û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Baneyê hatibûne veguhastin. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji rewşa tendirustiya wan sê kolberan ti zaniyariyek ber dest nîne. 

Di wê derheqê de êvareya roja Duşemî 2`ê Reşeme, kolberek Kurd ê bi navê “Erkan Mehmûdî” temen 25 salî, kurê “Baram” û xelkê gundê “Mîrelî” yê girêdayê devera Bayingan a ser bi bajarê Paweyê, bi sedema teqîna mînekê li bilandahiyên sînorê Şûşmê li bajarê Newsûdê bi awayek dijwar birîndar bû.