Sê kolber bûne qurbaniyê teqeya rasterast a hêzên leşkerî

17:05 - 2 Kanûna pêşîn 2021

Teqeyên rasterast û bi bê agehdarnekirina berê ya hêzên leşkerî yên hikûmetê li kolberan, sê  kolberên din ên Baneyê kirine qurbanî.

Şeva derbasbûyî 9`ê Sermawezê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ên li binkeya “Zelê” li ser sînorê Çoman ê ser bi bajarê Baneyê, du kolber ên bi navên “Adil Elîpûr” û “Yasîn Emînpûr”, xelkê gundê “Sersol”ê ser bi wî bajarî, yek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, di wê bûyerê de “Adil Elîpûr” kurê “Elî”, canê xwe ji dest daye û “Yasîn Emînpûr” pêyê wî bi awayekî dijwar birîndar bûye.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Ew kolberê birîndar bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Baneyê, hatiye veguhastin”.

Di wê derheqê de û li ser sînorek din ê bajarê Baneyê, şeva Sêşemî 9`ê Sermawezê, kolberekî Kurd ê bi navê “Fireydûn Mihemedî” kurê “Husêyn”, temen 33 salî û xelkê gundê “Guwêzlê” ê ser bi bajarê Baneyê, li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hate birîndarkirin.

Teqeyên hêzên leşkerî, teqîna mîn, berbûn ji bilindahî, renî û sir û seqem, ji sedemên kuştin û birîndarbûna kolberan, têne hisêb.