Sê kolber bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran hatin kuştin û birîndarkirin

18:29 - 10 Çirriya pêşîn 2022

Roja Yekşemî 17`ê Rezberê, kolberek bi navê “Şaram Vasilî” kurê Teha xelkê bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran li ser sînorê “Hengejal” a girêdayî wî bajarî, canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, di wê bûyerê de, du kolberên din hatin birîndarkirin ku nasnameya wan hêj ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re nehatiye xuyakirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: Hêzên Spaha Pasdaran, bi bê agehdarkirina berê, teqe ji wan kolberane kiribûn.

Ji aliyek din ve, li gorî rapora ku  gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, karwanek ji hêzên Spaha Pasdaran bi keresteyên giran ên leşkerî li ser sînorê Banê, hatine cêgîrkirin û daxwaz ji rûniştiyên deverên sînorî yên wî bajarî kirine ku heta dema diyarî kirî, ji hatinûçûna wê deverê, xwe biparêzin.

Medyayên girêdayî bi Spaha Pasdaran piştî giştgîrbûna nerizayetiyên xelkê li bajarên Kurdistanê, bas ji êrîşên derveyî sînor bo ser partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê dikin.