Sê Kes Li Kirmaşanê Hatin Daliqandin

14:39 - 6 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Sê kes li bajarê Kirmaşanê bi navên Elîreza Ehmedî temen 48 salî û kurê Xudadad, Sadiq Eskenderî, temen 3 û kurê Welî û Sasan Besamî temen 36 û kurê Cehangîr roja 05.01.201-an û bi tawana dizî kirin ji bank, li ber çavên xelkê hatin darvekirin.

Nûçegihaniya Fars serbarê ragihandinê vê nûçeyê ragihand ku ev sê kesê bi tawana diziya çekdarane ji banka Sipeh ya Kirmaşanê hatibûn destbiserkirin û ji aliyê dezgeha dadwerî ve hikma îdamê wan re hatibû dan.