Sê kes ji binçavkiriyên rêûresma Newrozê bi danîna barimteyê hatine azadkirin

18:53 - 28 Adar 2022

Îro Duşemî 8`ê Xakelêweyê, “Abid Xurşîdî, Keywan Zendkerîmî û Ferdîn Pêymankar” ji binçavkiryên rêûresma Newroza “parka zarokan” bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatine azadkirin.

Ew sê welatiyên Kurd bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatine azadkirin.

Roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, hêzên ewlehî û dije şoreş êrîş kirine ser rêûresma Newrozê li parka zarokan li bajarê Sineyê û hewla binçavkirina xelkê bi awayek bi komel dan.

Binçavkiriyên rêûresma Newroza parka zarokan li bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hatine veguhastin.