Sê kedkarên Kurd di bajarê Bokan û Ciwanroyê de canê xwe ji dest dane

18:25 - 6 Hezîran 2020

Êvareya roja Pêncşemî 15`ê Cozerdan, du kedkarê Kurd yên bi navên “Husên Salihzade” xelkê bajarê Seqizê û “Riza Şikarî” xelkê bajarê Bokanê, di dema kolîna bîrê de, bi sedema gazgirtinê canê xwe ji dest dane.

“Husên Salihzade” xîzandar û bavê du zaroka ye û “Riza Şikarî” xîzandar û bavê zarokekê ye.

Her di vê derheqê de, roja Înê 16`ê Cozerdanê, kedkarekî Kurd yê bi navê “Ekaşe Rehmetî” xelkê gundê “Kilaş” û rûniştiyê bajarê Ciwanroyê, bi sedema ketin li bilindahiyê canê xwe ji dest da.

Ew kedkare li ser xaniyekî nîve tewaw de ketibû xwarê û bi sedema giraniya birîna xwe di nexweşxaneya Taliqanî a bajarê Kirmaşanê de canê xwe ji dest da.