Sê kedkarên kurd bi sedema bûyerên ser kar canê xwe ji dest dan

17:17 - 8 Îlon 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, sê kedkarên Kurd ji gund û bajarên Kurdistanê, bi sedema bûyerên ser kar canê xwe ji dest dane.

Çend roj beriya niha di bûyerekê de welatiyekî bitemen yê bi navê “Qefûr Emînî” xelkê gundê “Derekê” a ser bi bajarê Sewlava, di dema kitana giya kevte nav cenceya xermenkopê û canê xwe ji dest da.

Her di vê derheqê de, roja derbasbûyî ciwanekî temen 20 sal yê bi navê “Mihemed Şerîfî” xelkê gundê “Nîsane” a ser bi bexşa Newsûdê, tûşî bûyerên ser kar bû. Ew ciwane di dema karkirinê de, canê xwe ji dest da.

Her di vê rojê de û di bûyereke din de, kedkarekî temen 19 sal û xelkê bajarê Îlamê di dema karkirinê de berqê girt. Ew kedkare di bînayekî nîvetewaw de mijûlê kar bû û bi sedema kablê bihêz yê berqê tûşî wê bûyerê bû û demûdest canê xwe ji dest da.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, nasnameya wî kedkarê temen 19 salî nehatiye ragihandin.