Sê kasibkarên ciwan yên xelkê bajarê Merîwanê hatine binçavkirin

17:32 - 12 Îlon 2020

Êvareya roja Înê 21`ê Xermananê, sê kasibkarên ciwan yên bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ser sînor yên wî bajarî, hatine binçavkirin û bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatine veguhastin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê li bajarê Merîwanê, nasnameya yek ji binçavkiriyan bi navê “Şadman Merîwanî” ragihandiye.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand, hêzên ser sînor yên bajarê Merîwanê li dema binçavkirina wan sê kasibkarên ciwan, ew îşkence kirine.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê nasnameya ew du kasibkarên din bo Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê nexuya ye.