Sê hepsî di girtîgeha bajarê Urmiyê de bo derveyê girtîgehê bi merema ceribandina pizîşkî hatine veguhastin

10:54 - 29 Şibat 2020

Roja Şemî, 10`ê Reşemê, hepsiyek bi navê “Mehdî Resûlî”, digel du hepsiyên din li benda ciwan a girtîgeha Urmiyê bo ceribandina vîrûsa Koronayê, bo derveyê girtîgehê veguhastin.

Roja Pêncşemî 8`ê Reşemê, yek ji hepsiyê benda 14`an ê bi navê “Reşîd” ku tûşê vîrûsa Koronayê bibû, ji aliyê perestarên dermanxaneya girtîgehê ve bo nexweşxana derveyê girtîgehê hate veguhastin.

Rewşa girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê piştî belavbûna vîrûsa Koronayê hestiyar bûye û pêşî ji hatûçûya tev hepsiyan hatiye girtin û herwisa çavpêketin digel wan jî hatiye qedexekirin.

Herwisa “Başgah, pirtûkxane, polên hînkarî û bêhdarî” yên girtîgeha bajarê Urmiyê piştî belavbûna vîrûsa Koronayê hatine daxistin.