Sê girtiyên siysayî yên Kurd li girtîgeha Nexedê bo benda madeyên hişber hatin veguhastin

18:38 - 19 Hezîran 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, 3ê girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navên “Şefî`i Mihemednijad, Xizir Qadirîazer û Îsmaîl Mehmûdpûr” xelkên bajarê “Pîranşar”ê, ji benda girtiyên siyasî bo benda girtiyên madeyên hişber hatin veguhastin.

Pêka nûçeyên ku ji girtîgeha bajarê “Nexed”ê gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, berpirsên girtîgeha bajarê “Nexed”ê bi bê ti rohnkarî û sedemekê ew 3ê girtiyên siyasyî yên Kurd ji benda siyasî bo benda tûşbûyên madeyên hişber veguhastine.

Herwisa wê çavkaniya “Kurdpayê”, li girtîgeha bajarê “Nexed”ê behsa vê yekê jî kiriye ku: “Bi sedema bikaranîna madeyên hişber di girtîgehê de, ew 3ê girtî di heyama şevê de nikarin razên û ger nehêne veguhastin egera tûşbûna wan bi madeyên hişber heye.”

Herwisa wê çavkaniyê behsa kêmbûna xwarinê li wê girtîgehê de jî kiriye.

Ew 3ê welatiyên xelkê bajarê “Pîranşarî” roja Yekşemî 8`ê Reşema sala 1400`an bo cîbicîkirina heyama girtîgehê bo girtîgeha bajarê “Nexed”ê hatibûne veguhastin.

Ew 3ê welatî li 30ê Befranbara sala 1399`an ji aliyê dadgeha bajarê “Pîranşar”ê bi serokayetiya dadwer “Ebdulla Aqayî” bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê bi 5 sal girtîgeha te`zîrî hatine cezadan.