Sê girtî li girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatin îdamkirin

18:14 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2022

Sibêdeha roja Pêncşemî 6`ê Gelawêjê, cezayê îdamkirina 2 girtiyên Kurd ên bi navên “Hîva Ehmedî” xelkê gundê “Bêsaran” a girêdayî bajarê Sewlava û “Peyam Yezdanî" xelkê gundê “Serûmal” a girêdayî bajarê Sewlavayê, li girtîgeha bajarê Sineyê hat cîbicîkirin.

Ew 2 girtiye berê di dosiyekî hevbeş de, bi tohmeta “kuştina bizanebûn” ji aliyê dezgeha dad ve bi îdamê hatibûne cezadan.

Her di vê derheqê de, sibêdeha roja Çarşemî 5`ê Gelawêjê, cezayê îdamkirina girtiyek din ê bi navê “Ebdullah Rehîmî” xelkê Dêhgulanê ku berê bi tohmeta “kuştina bizanebûn” bi qisasê hatibû cezadan, li girtîgeha Sineyê hate cîbicîkirin.

Ew 3 girtiye roja Sêşemî 4`ê Gelawêjê, bona cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeyên takekesî yên girtîgeha bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.

Heta niha nûçeya îdamkirina wan 3 girtiyên Kurd ji aliyê çavkaniyên fermî an jî medyayên nevxweyê Îranê ve nehatine ragihandin.