Sê girtî bi lêxweşbûna malbatên kuştiyan ji îdamê rizgar bûn

17:32 - 16 Adar 2022

Sibêdeha Îro Çarşemî 25`ê Reşemê, sê girtî yên bi navên “Ceifer Îsmaîlî, Seîd Armet û Osman Sehrayî” xelkê bajarê Urmiyê, bi lêxweşbûna malbatên kuştiyan ji îdamê rizgar bûn.

Ew sê girtiyên Kurd piştî 32 sal girtîgehê bi hewla rêdînsipiyan û mamosteyan û çalakvanên medenî yên bajarê Urmiyê û vergirtina rizamendiya malbatên kuştiyan, ji îdamê hatine rizgarkirin.

Ew sê girtiyane 11`ê Cozerdana sala 1368`an bi tohmeta kuştina du welatiyan ên bi navên “Elî Pîşdest” û “Ferdîn Cehangîrî” xelkê gundê “Mavane” yê ser bi devera Tirgevera girêdayê bajarê Urmiyê hatibûne binçavkirin û piştî lidar xistina  rêûresma “qesame” ji aliyê dadgeha keyferî ya bajarê Urmiyê bi îdamkirinê hatine cezadan û ew cezaye ji aliyê dîvana bilind a welat ve hatibû piştrastkirin.