Sê endamên Spaha Pasdaran di şer û pevçûnekê de hatine kuştin

18:56 - 5 Gulan 2020

Roja Sêşemî, 5`ê Nîsanê, di navbera hêzên Spaha Pasdaran û yek ji Partiyên Kurd yên opozîsiyon yên hikûmeta Îranê, di “Çil Çeme” a ser bi bajarê Dîwanderê de qewimî.

Pêwendiya Giştî a Biryargeha “Hemze” a Spaha Pasdaran di vê derheqê de ragihandiye, ku yekek ji fermandê Spaha Pasdaran yê bi navê “Şekîba Selîmî” digel 2 endamên din yên Spaha Pasdaran yên bi navên, “Ce`ifer Nizampûr û Mihemeh Sukrî”, di wê şer û pevçûnê de hatine kuştin.

Biryargeha Hemze a Spaha Pasdaran daye zanîn, ku ew şer û pevçûne digel yek ji Partiyên Kurd yên opozîsiyon yên hikûmeta Îranê bûye, lê heya niha ti yek ji Partiyên Kurd ew şer û pevçûne nekişandine stuyê xwe.