Sê endamên din ên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Seqiz û Zêwiyê hatin azadkirin

18:16 - 26 Hezîran 2022

Roja Yekşemî 5ê Pûşperê “Tahir Hamidî, Muhsin Şikûhî û Hesen Rehîmiyan” ji endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Seqiz û Zêwiyê ji girtîgehê hatin azadkirin.

Ew sê çalakvanên sinfî yên mamosteyan bi danîna barimteyê heta dema bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê “Seqiz”ê hatine azadkirin.

“Tahir Hamidî” roja Çarşemî 25ê Cozerdanê û “Hesen Rehîmiyan” roja Pêncşemî 26ê Cozerdanê û “Muhsên Şikûhî” roja Înê 27ê Cozerdanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştî bi dawîhatina lêpêçîna wan bo girtîgeha bajarê “Seqiz”ê hatibûne veguhastin.