Sê ciwanên Kurd di bajarê Dalahoyê de hatine binçavkirin

18:02 - 8 Tebax 2020

Ser sibêdeha roja Pêncşemî 16`ê Gelawêj, sê ciwanên Kurd yên bi navên “Yehya Seîdmuradî” temen 19 salî, “Areş Darabî” temen 18 sal û “Efşîn Seîdmuradî” temen 20 sal, xelkê gundê “Darab” a ser bi bajarê Dalahoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Hêzên ewlehî bi çend maşîn êrîş kirine ser gundê Darab û piştî dorpêça wî gundî, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî hewla binçavkirina wan sê ciwanên Kurd dane.

Herwisa hêzên ewlehî mala wan sê ciwanên Kurd vekolîne.

Heya niha lipeyketina malbata wan sê ciwanên Kurd bo agehdarbûn ji qedera kurên xwe bê encam maye.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wan sê ciwanên Kurd ti zanyariyek ji ber dest de nîne.