Sê çalakvanên sinfî li bajarê Merîwanê hatine binçavkirin

18:01 - 1 Gulan 2022

Eskender Lutfî, Şe`iban Mihemedî û Mes`ûd Nîkxwa, ji endamên hey`eta birêveberiya encûmena sinfî ya mamosteyên Kurdistan-Merîwan, nîveşeva derbasbûyî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew sê çalakvanên sinfî piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Binçavkirina wan sê çalakvanê sinfî di demekê de bûye ku îro Yekşemî 11`ê Banemerê kombûna sertaserî ya mamostayan bona bidestveanîna daxwazên xwe li Îran û Kurdistanê dê bê lidar xistin.

Herwisa roja Şemî 10`ê Banemerê, “Selah Sûrxî” endamê encûmena sinfî ya mamosteyên Kurdistanê (Seqiz û Zîvîye) , ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.