Sê çalakvanên medenî yên peyrewa Yarsan bo îtila`ata Kirmaşanê hatin veguhastin

12:14 - 30 Kanûna pêşîn 2022

Li Kirmaşanê sê çalakvanên medenî yên bi navên “Seyîd Emîn Ebasî, Seyîd Sirûş Ebasî û Seyîd Kerem Ebasî”, li girtîgeha îtila`ata wî bajarî de ne û qedera wan nexuya ye.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew sê çalakvanên medenî yên peyrewa Yarsan, piştî derbasbûna 29 rojan li ser binçavkirina demkî li girtîgeha îtila`ata ewlehî ya Dîzilabadê, bo odeyên takekesî hatine veguhastin.

Herwisa pêka çavkaniya agehdar ya “Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Kurdpa”yê, biryar wisa bû ku ev sê bira li 25`ê Sermawezê bên azad kirin, lê, îdareya Îtila`ata Îranê bo çendemîn carî biryara girtîgeha wan dubare kiriye.

Her di vê pêwendiyê de jî, “Seyîd Kerem Ebasî”, yek ji wan çalakvanên medenî yê peyrewa Yarsan yê xelkê Kirmaşanê ye û rûniştiyî bajarê Sawe li mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamiya Îranê ve hatibû binçavkirin û bo îdareya îtila`ata Spaha Pasdarana terorîst a li Kirmaşanê hatiye veguhastin û her li destpêka binçavkirinê de jî, navbirî dest havêtiye bi gireva biçî bûnê.