Sê çalakvanên jîngeparêz bi sedema agirberbûnê canê xwe ji dest dan

18:20 - 29 Hezîran 2020

Roja Yekşemî 28`ê Hezîranê, sê çalakvanên jîngeparêz yên bi navên “Muxtar Xendanî”, berdevk û endamê hey`eta damezrêner û endamê komîteya kirîs a encomena “Jîva” a bajarê Pawê, “Bîlal Emînî” û “Yasîn Kerîmî”, bona temirandina Agir li Çiyayê Merexêl û Bozînî a bajarê Paweyê canê xwe ji dest dan.

Ew sê çalakvanên jîngeparêz di dema kontrol kirin û temirandina agir li Çiyayê Merexêl û Bozînî a bajarê Paweyê tûşî wê bûyerê bûn.

Kontrol kirina agir di devera Merexêlê bi sedema sextî û dijvariya rêkê û mînên bicê mayî yên şerê navbera Îran û Îraqê, gelek pirskirik dirust kiribûn.

Herwisa di rêkevta 3`ê Xermanana 97`ê, çar çalakvanên jîngeparê Kurd yên bi navên “Şerîf Bacver, Omîd Konepoşî, Rehmet Hekîmîniya û Mihemed Pejuhî”, di dema kontrolkirina agirberdana daristanên devera Pêle û Selesî a ser bi bajarê Merîwanê, canê xwe ji dest dan.