Saziya Berevankar a Mafê Mirovan ya Kurdistanê terorkirina “Îqbal Muradî” şermezar dike

13:56 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Saziya Berevankar a Mafê Mirovan ya Kurdistanê, di daxuyaniyekê de terorkirina “Îqbal Muradî” bavê “Zanyar Muradî” girtiyê siyas yê Kurd yê mehkûm bi cezaya îdamê şermezar kir.

Deqa daxuyaniya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, wiha ye:

Terorkirina kesayetî û kesên dijî hikûmetê di her dem û cih û bi her armanc û nêrînekê ve bê encamdan, mehkûm e.
“Îqbal Muradî” çalakvanê medenî û çalakvanê Mafê Mirovan yê Kurd li nêzîkê bajarê Pêncwîn a Başûrê Kurdistanê hate terorkirin.

“Îqbal Muradî” bavê “Zanyar Muradî” girtiyê siyasî yê Kurd û mehkûm bi cezayê îdamê ye, ku pêşîneya alîkarîkirin digel sazî û navendên Mafê Mirovan yên weke kempêyna “Berevanîkirin ji Girtiyên Siyasî û Medenî”, “Navenda Parêzerên Mafê Mirovan a Kurdistanê” û herwisa “Komela Mafê Mirovan a Kurdistan” hebûye, ku spêdeya roja Çarşemî ji aliyê kesên nenaskirî ve hate terorkirin, û canê xwe ji dest daye.

Saziya Berevanî a Mafê Mirovan a Kurdistanê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên vî çalakvanê medenî û Mafê Mirovan, û herwisa Komela Mafê Mirovana Kurdistanê.

Vê saziyê derheqê helwêstên berê yên xwe yên derheqê terorîzmê û …hwd, bitaybet terorîzma navdewletî û jinavbirina fîzîkî a terora kesayetî û kesên dijî hikûmetê li her demî û her cihî, û bi her armancekê bê encam dan, bi bêhincet dizanin, û şermezar dikin.

27`ê Pûşpera 1397`an
16`ê Tîrmeha 2018`an
Saziya Berevankar ya Mafê Mirovan a Kurdistan