Saziya Berevanî ji Mafê Mirovî ya Kurdistanê daxwaza azadkirina “Zeyneb Celaliyan”ê kir

17:40 - 6 Adar 2022

Ofîsa Saziya Berevanî ji Mafê Mirovî ya Kurdistanê bi rêya belavkirina daxuyaniyekê li derheq nexweşiya girtiya siyasiya Kurd a bi navê “Zeyneb Celaliyan” û derbasbûna 15 sal bi ser girtîgeha wê jina Kurd, daxwaza azadkirina navbirî dike.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya ofîsa Saziya bwervanî ji Mafê Mirovî ya Kurdistanê

Girtiya jin a bi navê “Zeyneb Celaliyan” ku tê gotin bi sedema pêwendî digel girûpên dijber, bi girtîgeha heta hetayî hatiye cezadan, nêzî 15 sal ji cezayê xwe li girtîgehên Xoy, Urmiye, Kirmaşan, Tehran, Qerçek, Yezd û Kirmanê derbas kiriye.

Tê gotin ku navbirî tûşî nexweşiyên curbicur bûye û zêdetir li sal û nîvekê ye ku dayîka wê ya bi temen û malbata navbirî ji rewşa wê, ti zanyariyek tinînin.

Ofîsa Saziya Mafê Mirovî ya Kurdistanê bi balkêşandin bo ser rewşa nexweşiya “Zeyneb Celaliyan”ê, piştî derbasbûna 15 sal ji cezaya wê, daxwaza azadiyê bo navbirî dike.

Bi wê hêviyê ku dezgehên dadwerî û dezgehên asayîşî yên peywendîdar, bi kêmkirina heyama girtîgeha wê û pêdaçûn li doseya wê girtiyê, derfeta azadkirina wê girtiya Kurd bê rexsandin.

Rêkevt: 15`ê Reşema sala 1400`an

6`ê March a sala 2022`an

Ofîsa Saziya Berevanî ji Mafê Mirovî ya Kurdistanê