“Şayan Seîdpûr” hate îdamkirin

12:18 - 21 Nîsan 2020

Sibêdeha Îro roja Sêşemî 2`ê Banemer, “Şayan Seîdpûr”, hepsiyê ku bi îdamê hatibû cezadan di girtîgeha bajarê Seqizê de hate îdamkirin.

Malbata “Şayan Seîdpûr”, ku roja Duşemî 1`ê Banemer, bo dawî çavpêketin digel kurê xwe bo girtîgeha Sineyê hatibûne gazîkirin, û herwisa hewla welatiyan û rîdînsipiyên bajarê Seqizê, bo wergirtina rizayeta malbata kuştî, bo pêşîgirtin ji îdamkirina wî hepsiyê mehkûm bi îdamê, bê encam ma.

Roja 8`ê Xakelêwe, “Şayan Seîdpûr”, di encama nerizayetiyan di girtîgeha Seqizê de karîbû bireve; Ew hepisiye piştre ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Rêketa 28`ê Gelawêj a sala 1394 a Rojî, “Şayan Seîdpûr” di demekê de ku temenê wî kêmtir ji 18 sal bû, di encama şerekê de kesek bi navê “Silêman Azadî” kuşt.

Navbirî meha Xezelwer a sala 1397`an, ji aliyê taya yek a dadgeha “keyferî” ya Yek a bajarê Sineyê ve bi serokatiya dadwer Wefayan, bi îdam hatibû mehkûmkirin, û ew hikme jî, li meha Befranbar a wê salê ji aliyê dîwana bilind a welat ve hatibû piştrastkirin.