Şaşiya pizîşkî zarokek li hembêza dayîkê bê par kir

17:11 - 26 Kanûna pêşîn 2020

Bi sedema neşarezabûna pizîşk û kadrên dermanî li nexwşxaneya Xumeynî di bajarê “Serdeşt”ê de jinek xelkê wî bajarî piştî 2 demjimêr ji zarokbûnê canê xwe ji dest da.

Nûçgehanê “Kurpa”yê li bajarê Serdeştê nasnameya wê jinê “Tûran Resûlzade” temen 36 salî ragihandiye.

Wê çavkaniya agehdar di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Ew jina ciwan piştî janên dema zarokbûnê, serdana nexwşxaneya “Xumeynî” li bajarê Serdeştê dike û bi sedema xwînrêjiya navkê 2 demjimêran piştî hatina zaroka wê, canê xwe ji dest da.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihandiyê: “Ew bûyere di roja Yekşemî 30ê Sermawezê de hatiye rûdan û heta niha tora tendirustî û dermaniya bajarê Serdeştê ji derheq çawahiya vê rûdawê û sedema can jidestdana wê jina ciwan, ti rohnkirinek belav nekirine.”

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, malbata “Tûran Resûlzade” li navenda pêwendîdar şikayeta xwe li ser kadrên dermanî yên nexwşxaneya “Xumeynî” tomar kiriye.

Piştî heftiyekê ku bi ser wê rûdawê re derbas dibe heta niha jî, ji aliyê mediyayên hikûmetê ve ew nûçeye nehatiye rûmalkirin.