Şaşiya pizîşkî bo sedema canjidestdana jineke Kurd

11:48 - 9 Çirriya paşîn 2020

Jineke ciwan a bi navê “Mehnaz Murdaî” a temen 25 salî, bi sedema lêdana derziya şaş, li nexweşxaneya Merîwanê koça dawî kir.

“Mehnaz Muradî” jidayîkbûya gundê “Dizlî” yê ser bi Sewlava û rûştiyê bajarê Tehranê û piştî çûn bo mala xizmên xwe di wê gundê de bi Koronayê dikeve û piştî serdana nexweşxaneya “Fecr” a Merîwanê, piştî 24 demjimêran canê xwe ji dest dide.

Yek ji pizîşkên nexweşxaneya bajarê Merîwanê, bi sedema lêdana derziya şaş, dibe sedema canjidestadana wê jina Kurd.

Nûçeya canjidestana Mehnaz Muradî ji aliyê yek ji peresdarên nexweşxaneya Merîwanê ve bi malbata wê re tê ragihandin.

Ew bûyere heyama 1 meh û 7 roj e ku qewimî ye û heta niha ew bûyre bi awayê mediyayî nehatibû belav kirin.