“Şapûr Muradî” piştî bidawî hatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Sineyê hat veguhastin

19:53 - 13 Tebax 2022

Roja Çarşemî 19`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Şapûr Muradî” xelkê gundê “Tengîser” a girêdayî bajarê Sineyê, piştî bidawî hatina heyama lêpirsînê li îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatibû bêparkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” tohmetbar kirin.

Roja Sêşemî 17`ê Cozerdanê, “Şapûr Muradî” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî li ser karê xwe li şeqama Xefûrî ya bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.