“Şapûr Muradî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hat azadkirin

17:24 - 24 Tebax 2022

Roja Sêşemî 1`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Şapûr Muradî” xelkê gundê “Tengîser” a girêdayî bajarê Sineyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgehê hatiye azadkirin.

Roja Çarşemî 19`ê Gelawêjê, “Şapûr Muradî” piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê li îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatibû bêparkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” tohmetbar kiribûn.

Roja Sêşemî 17`ê Cozerdanê, “Şapûr Muradî” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî li ser karê xwe li şeqama Xefûrî ya bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.