“Saman Yasîn” hunermenê Kurd bi tohmeta “dijayetî digel xwedê” hate cezadan

18:03 - 5 Çirriya paşîn 2022

“Saman Yasîn” hunermendê Kurd yê binçavkirî û xelkê bajarê Kirmaşanê, ku rêkevta 10`ê Rezbera sala 1401`an a Rojî, li meşa xwenîşandanên seranserî li bajarê Tehanê hatibû binçavkirin, ji aliyê dezgeha dad a komara Îslamî bi “dijayetî kirin digel xwedê” hat tohmetbarkirin.

Kombûna dadgehî kirina wî hunermendê Kurd ê temen 27 salî, roja Şemî 7`ê Xezelwera sala 1401`an, li dadgeha Giştî û Şoreş a bajarê Tehranê bi serokayetiya dadwer “Selewatî” digel 8 binçavkiriyên din ên bi navên “Mihemed Qubadlû, Muhsên Rezazade Qeraqlû, Se`îd Şîrzad, Mihemed Birûxenî, Ebulfezl Mêhrî, Husên Hacîlû, Menûçêhr Mêhmannevaz û Sohêl Xoşdêl”, birêve çûbû.

“Saman Yasîn” di wê dadgehê de bi “dijayetî kirin digel xwedê ji rêya teqe kirin bi demançê û çeka j3” û “kombûn û nearamî bi mebesta encamdana tawan li dijî ewlehiya netewî” hat tohmetbarkirin.

Ewe di demekê de ye ku li gorî wê fîlmê ku di dadgehê de belavbûye, Saman rû li dadwer dibêje navbirî tenê çeka badî (çeka cûcik kuj) heye.

Dadwer “Selevatî” ew hunermendê Kurd bi encamdana 11 cur kiryaran tohmetbar kiriye ku “Saman Yasîn” ew tohmetên han red dike.

Tohmeta “dijayetî kirin digel xwedê” yek ji wan tohmetan e bo kesên binçav kirî, metirsiya sepandina îdam kirinê heye.

Li gorî wê yekê ku li ser medyayên Komara Îslamî belav bûne, dadgehên pêragihîştin bi dosyeyên xwenîşanderên vê dawiyê, ji heftiya derbasbûyî ve dest pê kiriye û heta niha 25 kes li parêzgeha Kirman, 89 kes li parêzgeha Simnanê, 119 kes li parêzgeha Zencanê, 105 kes li parêzgeha Xûzistanê, 55 kes li parêzgeha Qezwînê, 110 kes li parêzgeha Sinê, 315 kes li parêzgeha Tehranê û 201 kes li parêzgeha Elborz, li gorî yasayên ceza yên îslamî, hatine cezada.

“Saman Yasîn” hunermendê Kurd û xelkê bajarê Kirmaşanê stiranên zêde li derheq rewşa civakî-siyasî ya civaka Kurdistanê û Îranê gotine û herwisa piştevanî li xwenîşandanên seranserî yên xelkê Îranê kiribû.