Saman Mîrekî bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate gazîkirin

17:28 - 24 Adar 2022

Roja Çarşemî 3`ê Xakelêweyê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Saman Mîrekî” xelkê bajarê Sineyê, piştî gazîkirin bo Îtila`ata Spahê, hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd ji rêya telefonê ve bi sedema beşdarîkirin li rêûresma cêjna Newrozê, li parka zarokan (parka Newroz), bo Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû gazîkirin û piştre hatibû binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê bas ji wê jî kir ku “Saman Mîrekî” piştî lêpirsînê bo girtîgeha ewlehî ya Şaramferê hatiye veguhastin.

Her di wê derheqê de, roja Çarşemî 3`ê Xakelêweyê, welatiyek Kurd ê bi navê “Umîd Şêxî” xelkê bajarê Sineyê piştî gazî kirin bo Îtila`ata Spaha Pasdaranê hatibû binçavkirin.