“Salar û Saman Xezalî” ji girtîgeha bajarê Mihabadê hatine azadkirin

18:48 - 30 Hezîran 2021

Îro Çarşemî 9`ê Pûşper, du girtiyên siyasiyên Kurd ên bi navên “Salar û Saman Xezalî” xelkê bajarê Mihabadê ji girtîgeha wî bajarî ve hatine azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew du girtiyên siyasî piştî 11 meh girtîgeh li ber lêxweşbûna hêzên dadweriyê kevtin.

Ew du welatiyên Kurd ji aliyê taya yek a dadgeha şoreşa wî bajarî bi serokayetiya dadwer “Cevad Xulamî” bi tohmeta “hevldan li dijî tenahiya netewî bi rêya endametî li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê û propagende li dijî tenahiya netewî” her yek ji wan bi sê sal û şeş meh girtîgeh hatibûne cezadan û roja Şemî 27`ê Pûşperê li sala 1399`an, ew cezaye bi wan re hatibû ragihandin.

Cezaya wan du girtiyên siyasî piştî “pesendkirina biryara dadgehê ji aliyê wan ve” bo her yek ji wan, bo 24 meh girtîgeh hatibû kêmkirin.

Kombûna dadgehîkirina wan du birayan li nîveya meha Pûşper a sala 1399`an, di taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê de bi rê ve çû bû.

Roja Çarşemî 26`ê Xermanan a sala 1399`an, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew du biraye bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” binçav kiribûn.

Ew du biraye piştî 75 rojan lêpirsînan di girtîgeha îdareya Îtla`at a bajarê Urmiyê de û bi dawîhatina lêpirsînan, bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûne veguhastin.

“Salar û Saman Xezalî” di heyama binçavkirina xwe de ji “destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” bêparbûn.

“Saman Xezalî”, di heyama binçavkirinê de 20 rojan dest awêtibû bi gireva birçîbûnê.

“Saman Xezalî” xwendekarê qonaxa dawî ya karnasiya bilind a civaknasî li zanîngeha Birûcêrdê û “Salar Xezalî” xwendekarê qonaxa karnasiya bilind a kîmîyayê li zanîngeha Razî ya bajarê Kirmaşanê ye.