“Sadiq Ken`anî” bi danîna barimteyê hat azadkirin

19:12 - 27 Hezîran 2022

Roja Duşemî 6`ê Pûşperê çalakvanê sinfî yê mamosteyan “Sadiq Ken`anî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî hat azadkirin.

Ew çalakvanê sinfî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatiye azadkirin.

Sibêdeha roja Çarşemî 1`ê Pûşperê, “Sadiq Ken`anî” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Sineyê hatibû binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî çalakvanê sinfî yê mamosteyan hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.