“Sabir Nadirî” di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de hate azadkirin

18:11 - 7 Nîsan 2020

Roja Duşemî 18`ê Xakelêwe, “Sabir Nadirî”, hepsiyê siyasî yê xelkê bajarê “Qurwe”yê, piştî 18 meh heps di girtîgeha navendî a bajarê Sineyêde, di encama lêbûrîna Newrozê a dezgeha dadweriyê, hate azadkirin.

 “Sabir Nadirî” meha Gelawêj a sala 1396`an, bi tohmeta “hewldana dijî tenahiya netewî ji rêya endambûn digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” ku ji aliyê taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve bi 6 sal hepsa te`izîrî hatibû cezadanê, piştî pêdaçûn bi cezayê wî, bo 4 salan hate kêmkirinê.

Navbirî rêketa 14`ê Sermawez a sala 1395`an, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin û di rêketa 30`ê Rêbendana wê salê de bi danîna barimteya 150 milyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Roja Çarşemî 28`ê Sermawezê, “Sabir Nadirî”, endazyarê kampiyoter û berêveberê kompaniya “Şehîr Nerm Efzar a Pûya”, bi derbaskirina 4 sal heps û bo girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.