Sabir Kemanî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin

16:46 - 15 Şibat 2021

Îro Duşemî 27ê Rêbendanê, Sabir Kemanî, xelkê gundê “Enbê” ê girêdayê devera Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew girtiyê 29 salî, Xermanana sala 1398an bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi 5 sal girtîgeha teizîrî hatibû cezadan û ew cezaye pêka qebûlkirina navbirî, bi 3 sal û 9 meh girtîgeh hatibû kêmkirin.

Cezaya girtîgeha wî welatiyê Kurd heyamek beriya niha ji gor terha kêmkirina cezayên girtiyên teizîrî bi 1 sal û 4 mehan hate guherîn.

“Sabir Kemanî” piştî bi dawîanîna 21 meh girtîgeh ji gor bexşnameya nû bi awayekî zû û pêş ji dawîhatina heyama cezaya xwe hatiye azadkirin.

Ji gor vê bexşnameyê, girtiyên ku kêmtir ji salek û şeş meh ji heyama cezaya wan mabe ji girtîgehê têne azadkirin.

Roja Duşemî 17ê Pûşpera sala 1398an, Sabir Kemanî ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.