Rwşa girtiyek Kurd nexûyaye

15:03 - 26 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:heyamê 5 rojane ku li çarenivîsa girtiyek siyasî ê xelkê bajarê Seqizê çi zanîyariyek li berdest de niye.

Li gorî nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa,girtiyek Kurd ê bi nave “Namiq Mehmudî”, 5 rojan berî niha ji aliyê karbidestên girtîgeha “Recaî Şehr”a bajarê Kerecê hatiye gazî kirin û heya niha venegeriyaye nav zîndanê.
Çavkaniyeke agadar li nav zîndana Recaî Şehr a Kerecê bi ajansa Kurdpa,ê ragehand:eger vê yekeê heye ku nav hatî bo lêpirsînê jibo nawendên ewlekariyê hatibe şandin.

Çavkaniya han eşkere kir, Namiq Mehmudî bi tawana hilgirtina çek û teqemeniyan hatiye girtin û heya niha nehatiye dadgehî kirin û berê jî 6 mehan li benda 209 a girtîgeha Êvînê de hatibû ragirtin.

Namiq Mehmudî ê temen 72 salî û xelkê gunsê “Îranşa”a herêma Tîleko a bajarê Seqizê ye ku berwar 17’ê meha Xakelêwa sala 1391’ a rojî li gel 3’ê kurên xwe bi navên Menûçêhr,Bêhzad û Osman û keseke din ê bi nave Osman Qadirî hatin girtin.