RSF: Turkiye di azadiya çapemeniyê de daket rêza 154’an

15:08 - 31 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:Rêxistina Rojnamegerên Bêsîno a Navneteweyî (RSF) derbarê rewşa rojnamegerên girtî de raporek bilav kir.

Rêxistina Rojnamegerên Bêsîno diyar kir ku sala 2012\'an di azadiya çapemeniya cihanê de Turkiye di nava 179 welatan de di rêza 154\'an de cih digire.

Rêxistina Rojnamegerên Bêsîno a Navneteweyî (RSF), rapora têkildarî Azadiya Çapemeniya Cîhanê û rewşa rojnamegerên girtî raporek amade kir. RSF\'ê di raporê de diyar kir ku di sala 2012\'an de di azadiya çapemeniya cihanê de Turkiye di nava 179 welatan de di rêza 154\'an de cih girtiye û Turkiye sal bi sal paşve diçe.

\"10929.jpg\"
Li gori raporê Turkiyeyê di nava welatên cîhanê de di sala 2005\'an de di rêza 98\'an de, di sala 2006\'an de 100, di sala 2007\'an de 101, di sala 2008\'an de 103, di sala 2009\'an de 123, di sala 2010\'an de 138 û di sala 2011\'an de 148\'an de cih girt. RSF\'ê diyar kir ku Turkiye ji bo rojnamegeran girtigeha herî mezin e. RSF\'ê li Parîsê bi ser navê \"Piştî baharan hêvî şikestî\" rapor belav kir. RSF, bi ser navê \"Modelên Herêmî yên Bêteşe\" tespita Turkiyeyê nîşan da. Sekreterê Giştî yê RSF\'ê Christophe Deloire, diyar kir ku Turkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeh.)Rudaw(