Rojnamevanekî zindanî yê Kurd xalîxerez hat naskirin

18:54 - 12 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Rojnamenivîsekî Kurd li Paweya rojhilatê Kurdistanê ku salek bû li zindanê dima, ji aliyê dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê ve , bi bê gunehî serbedst hat berdan.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, Teyfûr Hatemî çalakvan û rojnamevanê kurd, bi tometa medyayî kirina nûçeya kuştina xortekî Kurd ê Novsûdî, ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê ve, salek bû li girtîgehê dima (tevî danîna barmteya 250 milyon Tûmenî bo azad kira xwe), beriya niha bi çend rojan bê tawan hat nas kirin û serbest hat berdan.

Ew ciwanê Kurd ê hatî kuştin; Îhsan Peyam temen (22) sal û xelkê Nosûda rojhilatê Kurdistanê ye ku beriya niha bi 2 salan, dema li xala sînorê Şoşmê ber bi mala xwe ve diçû, ji aliyê hêzên çekdqar ên hikûmeta Îranê ve gulle bi serde tên reşandin û demildest jiyana xwe jidest dide.

Teyfûr Hatemî, pêştir (payîza 2012-2013`an) zêdyî 5 caran ji aliyê hêzên ewlekar ên ser bi hikûmta Îranê ve hatibû bangkirin û ketibû ber lêpirsînan.

Pêwîste bê gotin gor çavkaniyeke agah a nûçeyan, tevahiya hejmarên hisabên bankî û reqemên telefonî yên wî rojnamevanê Kurd, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine qapat kirin (girêdan).

Çalakvan û rojnamevanê Kurd- Teyfûr Hatemî xwedî bawernameya karnasî li beşa wêjeya farsî da ye û bi dehan raport û nûçeyên bi wêne li malperên bajarê Pawe belv kirin e.