Rojnamevanekî xelkê bajarê Îlamê hate binçavkirin

19:10 - 18 Gulan 2021

Roja Derbasbûyî, “Emîn Mihemedî”, Nûçegihanê “Heyeta Mala Çapemenî” ya Îlamê, bi sedema tomarkirina sikalayekî kevin a navendên hikûmetî, li bajarê Sîrwan a ser bi parêzgeha Îlamê, hate binçavkirin.

Cezaya binçavkirina wî Nûçegihanê, bi nûneratiya dezgeha qezayî, ji aliyê dadseraya bajarê “Sîrwan”ê ve bû ye.

Dadseraya Îlamê ji rêya tîmeke taybetî ya pasewanî û li ser biryara dadverê  wê dadserayê, ew rojnamevan binçav kiriye. 

Cihgirê Dadstaniya Îlamê li derheq binçavkirina wî rojnamevanî de gotiye: “Binçavkirina Emîn Mihemedî bi nûneratiya dezgeha Dad  li cîbicîkirina cezayên bajarê Sîrwanê bûye û ti pêywendiyek bi dadseraya wî bajarî ve nîne û dadserayê tenê nûnerayetiya dezgeha qezayî kiriye.