Rojnamevaneka xelkê Serpil a Zehav hate desteserkirin

12:58 - 30 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Rojnamevan û çalakvana jîngehparêz a xelkê “Serpil a Zehav”ê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê, 8`ê Sermawezê, “Firîşte Çiraxî”, Rojnamevan û çalakvana jîngehparêz a xelkê bajarê “Serpil a Zehav”ê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.

Hêzên Îtila`atê, êrîşî ser mala wê rojnamevana Kurd kirine û bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî, navbirî desteserkirine.

Ew rojnamevana Kurd, piştî desteserkirinê, bo girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran a bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastinê.

“Firîşte Çiraxî”, xwêndekara derçûyî ya Hisabdariyê ye.