Rojnamevan Û Çalakvanê Sivîl Yê Kurd Bi 3 Sal Zîndanê Hat Mehkûmkirin

12:38 - 13 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Rojnamevan û çalakê sivîl yê Kurd Seîd Saidî ji aliyê taya 2 ya dadgeha Şoreşa bajarê Sine bi 3 sal zîndanê mehkûm bû.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa li Sine, Seîd Saidî, rojnamevanê Kurd bi tawana kombûn û hevkarîkarî dijî tenahiya netewî bi 2 sal zîndanê û herwiha bi tawana piropagenda dijî hikûmeta Îranê û alîgirî ji du partiyên Kurdî ên opozisiyona Îranê bi 1 sal zîndanê mehkûm bû. Navbirî ser hev bi 3 sal zîndana tezîrî mehkûm bûye.

Ev rojnamevanê Kurd berê jî çendîn caran bi tawanên cur bi cur ji aliyê dezgehên ewlehî û dadwerî ên komara Îslamî ya Îranê hatiye girtin.

Seîd Saidî zivistana par di mala Hebîbulah Letîfî, çalakê xwendekarî yê Kurd ê mehkûmbûyî bi îdamê di Sine de, ligel çend çalakên kultûrî ên Kurd hat destbiserkirin. Navbirî piştî 74 rojan man di jora kitekesî ya îdareya Îtilaata bajarê Sine, bi dana rehînê, hate azadkirin.

Berê di pirosesa dadehîkirinê de navbirî bi vê yekê hatibû mehkûm kirin ku hevkariya çend navendên navnetewî kiriye û zaniyarî daye wan.

Sernivîskariya govara Rûbar û berdekiya Eniya Aştiya Kurdistanê çalakiya herî dawîn ya Seîd Saidî bûye,