Rojnamevan, helbestvan û nivîserê Kurd ji girtîgehê hate azadkirin

17:28 - 11 Çirriya paşîn 2021

Roja Pênşemî 20 Xezelwerê, rojnamevan, helbestvan û nivîserê Kurd “Îrec Ebadî”, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ji dana tiştên zewtkirî yên wî nivîserê Kurd ên wekî Labtop û Mobaylê xwe parastine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Hêzên ewlehî li “Îrec Ebadî” daxwaz kirine ku arşîva “Lûtke”yê radestî wan bike”.

Roja Yekşemî 16`ê Xezelwerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kiribûne ser mala wî Rojnamevanê Kurd û piştî vekolîna mala wî, navbirî binçavkiribûn. 

Temenê “Îrec Ebadî” 73 sal e û xelkê Sine ye û sernivîserê û xwediyê puena heftenameya “Lûtke”yê ye û heya niha çend berhemên wî di warê wêjeyî de û herwisa çendîn helbestên wî jî hatine çapkirin.