Rojîn Mihemedî, Çalaka Mafê Kurd Hat Azadkirin

13:02 - 13 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Rojîn Mihemedî, weblagnivîs û çalaka mafê Kurd piştî 20 roj destbiserkirinê bi danîna rehîna 100 milyon tûmenê bi awayek demkî hat azadkirin.

Ev weblagnivîs û xwendekara warê pijişkî roja 21.11.2011-an de hatibû destbiser kirin.

Rojîn Mihemedî roja 14.11.2011-an di balafirxaneye Tehranê ji aliyê hêzên întizamî tê destbiserkirin û piştî 24 demjimêran tê azadkirin. Lê car din piştî derbazbûna 7 rojan dîsan tê destbiserkirin.

Malpera Komîteta Raortnêrên mafê Mirovan belav kir ku tawana vê keça weblagnivîs hewildan dijî ewlehiya hikûmeta Îslamî ya Îranê û pêkanîna civîn û çalakiyên mafê mirovan hatiye raginadin.